Sereke

Sênata Fransîyayê rêzolyûsîya derheqa naskirina serbestîya Arsaxêda qebûl kir

Sênata Fransîyayê rêzolyûsîya derheqa naskirina serbestîya Arsaxêda qebûl kir. Wextê dengdayînê 3O5 sênatora dengê xwe dane naskirina serbestîyê, lê merivek jî dijî wê yekê derket.
Elametîya serokê Sênatê li ser pîya û bi destlihevxistina hate qeblkirinê. Sênatora ew yek bi bêqelpî û bêyî veşartina şabûnê, qirara xwe qebûl kirin. Bi wê rêzolyûsîyayê Sênat bangî hukumata Fransîyayê dike ku Komara Qerebagê nas bikin û wê naskirinê bikine mecala hevraxeberdanaye bona îzbatkirina aşîtîya qewîn.Rêzolyûsîyayêda sênator usa jî hîvî ji hukumata Fransîyayê dikin ku ew alîkarîya hûmanîtarî bide binelîyên Qerebagê, dewê bikin ku sivderên hûmanîtarî vekin û girêdayî xirabkarîyên leşkerî ra, yên ku li Qerebagê hatine kirinê, lêpirsîna navnetewî destpê bikin.
Qewata vê rêzolyûsîyayêye hiqûqî tune, ew dokûmênta şêwirdayînê ye. Gilîyê dawî gerekê îdî hukumata Fransîyayê bêje.
Rêzolyûsîya 18-ê meha mijdarê ji alîyê pênc sênatorada hatibû raberkirinê. Navên wan ev in: Brûno Rêtaylon, Patrîk Kannêr, Êrvê Marsêl, usa jî Êlîyan Asasî û Gîyom Gotar.
Em bîr bînin, wekî nîveka meha cotmehê jî projeya derheqa naskirina Qerebagêda raberî parlamêntê kiribûn, ya palata parlamênta Fransîyayêye jêrin. Ew proje jî pêşnîyar dike ku serbestîya Qerebagê bê naskirinê, bona ku binelîyên Qerebagê bêne parastinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button