Sereke

Wekîlê koalîsîyonê: emê şerkarîya dijî DAÎŞ-ê, bi alîkarîya pêşmerga û hêzên Sûrîya Dêmokratîk, berdewam bikin

Berdevkê koalîsîyona navnetewîye dijî DAÎŞ-ê, Wêyn Marotto gotîye,wekî ewê tevî hêzên pêşmerga, hêzên Sûrîya Dêmokratîk û hêzên Îraqî bi armanca tunekirina DAÎŞ-ê hevkarîyê berdewam bikin.Derheqa wê yekêda Marotto gotîye Kurdistan 24-ê û daye dîyarkirnê, wekî bi hevkarîya tevî pêşmerga û hêzên Sûrîya Dêmokratîk, piranîya Îraqê û Sûrîyayê ji DAÎŞ-ê hatîye azadkirinê.
“Mîsîya koalîsîyonêye navnetewî tunekirina DAÎŞ-ê ya li Îraqê û Sûrîyayê ye”,- Marotto gotîye.
Wekîlê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Gîno Gabrîêl gotîye, wekî ji alîyê Tirkîyayêda li Ayn Îsayê û li nehîyên mayîn gelek tişt tên teribandinê.Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew hevkarîyê tevî Rûsîyayê û hêzên navnetewî mîyaser dikin, bo ku îzina van teribndina nedin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button