Sereke

Adirbêcan, bi zanebûn, şuxulkarîya pevguhartina dîla û cinyaza dide paşdaêxistinê: parêzerê mafên mêriv berbirî civaka navnetewî bûye

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv berbirî civaka navnetewî dibe û guhdarîya teşkîletên mafparêz teglîfî li ser wê pirsê dike,wekî serokatîya Adirbêcanê paşdahatina dîla û pevguhartina cinyaza dide paşdaêxistinê.Derheqa wê yekêda Arman Tatoyanê mafparêz rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
“Hema bi vî meremî, serokatîya Adirbêcanê ji alîkîva menîyê digre, dibêje ku pevguhartina dîla wê piştî pevguhartina cinyaza mîyaser bike, lê ji alîkî mayînva jî pevguhartina cinyaza bêyî menî dide paşdaêxistinê.Bi vî cûreyî, Adirbêcan dewakarîyên konvênsîyayên Jinêvê pêpes dike.Li ber çava ye,wekî Adirbêcan bi vê yekê, bi zanebûn, dixweze nava civaka ermenîda atmosfêra sert saz bike, hukumî li ser pisîxolocîya civakê bike, zyana pisîxolocî bide endamên malbetên leşkerên dîlketî û yên ku bûne cangorî.
Li cem parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv şedetîyên anegor jî hene, wekî piştî opêrasîyonên leşkerî jî zêrandinên leşkerên ermenîye dîlketî hene.Ewên ku zêrandina mîyaser dikin wekîlên hêzên azêrîyaye sîlihkirî ne, û kirinên wan tên pesindayînê.
Ez berbirî civaka navnetewî û sîstêmên navnetewîye mafparêz dibim, pêwîst e vê pirsê lez bidine helkirinê, çawa bi armanca azakirina merivaye ji dîltîya barbarî û xirabkarîyên şêre here giran”,-Tatoyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button