Sereke

Ermenîyên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî nava rojekêda 23 mîlîon dolar berev kirine: têlêmaraton ser hevda hatîye

26-ê mijdarê, li Los Ancêlêsê, têlêmaratona 23-ye hersale derbaz bûye, sernavê kîjanê bû “Yekbûn, qewat, bawarî”. Bi saya yekbûna dîyaspora ermenîye li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, 22 99O 898 dolar hatîye berevkirinê.
Girêdayî halê li Arsaxê û Ermenîstanê ra, ev pere wê bona piştgirîya binelîyên Arsaxê û malbetên leşkera bêne xebitandinê. Nêzîkî sed hezar merivî wê bi mal-avahîyava bêne çareserkirinê, û pêra jî perwerda zarokên cîşihitandî bê teşkîlkirinê”,-wekîla fonda “Ermenîstanê”-ye li ŞAY-î Marîya Mêhranyanê gotîye.Em bîr bînin, wekî 22-ê mijdarê jî nava doranên fonêmaratona li Fransîyayê, 3 132 OOO dolar hatibûne berevkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button