Sereke

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk hêvîdar in wekî ŞAY wê bona qewînbûna li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê bibe navçîgar

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk hêvîdar in wekî ŞAY wê bona qewînbûna li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê bibe navçîgar.Derheqa wê yekêda koma krîzîsêye navnetewî elam kirîye.Tirkîya hêzên Sûrîya Dêmokratîk bona pêwandîyên tevî PKK-ê wana çawa qezîya hesab dike û bi wê menîyê çar êrîşên mezin dijî hêzên Sûrîya Dêmokratîk destpê kirine.
“Em fem dikin,wekî pêwandîyên amêrîkîya-tirka yên stratêcî ne”,-fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Kobanî gotîye.
“Tabîya me dîsa ya berê ye,em bona hevfemkirina tevî Tirkîyayê, girêdayî pirsên bêqezîyabûnê ra vekirîne, nenihêrî wê yekê wekî Tirkîya agrêsîyayê dijî me mîyaser dike. Bo wê yekê jî em dixwezin ku ŞAY bibe navçîgar û garanta wê yekê”,- Kobanî gotîye.
Li bakûrê Sûrîyayê pevçûyîn berdewam dibin, eskerên tirka û çekdarên hevkarên wan nava teribandina rêjîma agirbestêda tên gunehkarkirinê, ew êrîşa dibin li ser binelîyên sîvîl û xirabkarîyên leşkerî mîyaser dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button