Sereke

Ji Ermenîstanê rojê ji 2OOO-î zêdetir mihacir paşda vedigerine Qerebagê: wezîreta Rûsîyayêye parastinê

Ji Ermenîstanê rojê ji 2OOO-î zêdetir mihacir paşda vedigerine Qerebagê.Derheqa wê yekêda, wekîlê wezîreta Rûsîyayêye parastinê Îgor Konaşênkov gotîye.
“Her roj, bi piştgirîya aşîtîparêzên rûs, ji 2OOO-î zêdetir binelî paşda vedigerine Qerebagê, yên ku rûyê opêrasîyonên leşkerîda malên xwe hiştibûn û derketibûn”,-Konaşênkov gotîye.Bi gotina wî, ji 14-ê mijdarêda heya niha, ji 17 hezarî zêdetir meriv paşda vegerîyane malên xwe.
Aşîtîparêzên rûs usa jî nava pirsa dasekinandina jîyana edil da piştgirîyê didin. Ew piştgirîyê didine dasekinandina sîstêmên sîvîl, xebata ava germ, dasekinandina lûla gazê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button