Sereke

Kurdistan bangî Oragnîzeya Netewên Yekbûyî dike ku nava hevraqayîlnebûnên tevî Begdayê alî bike

Hukumata Herêma Kurdistanê bangî Oragnîzeya Netewên Yekbûyî kirîye ku alî Hewlêrê û Begdayê bike, bona ku nava pirsên hevraqayîlnekirîda bighîjine qayîlîyê.Wextê civîna hukumatêye 25-ê mijdarê, serekwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî razalixî elamî wekîla organîzeya Netewên Yekbûyîye li Îraqê, Janîn Hênîs Plasşêrtê, kirîye bona wê yekê wekî ew bi banga bona helkirina pirsgirêkên di navbera Kurdistanê û Îraqêda pêşda hatîye.Bi gotûbêjkirina hevraxeberdanên dawîye, yên tevî Begdayê, girêdayî pirsên fînansî ra, şêwira wezîra qirar kirîye ku nama fermî bişînine Begdayê, bona ku para byûcêya Kurdistanê, ya nava byûcêya fêdêralda bighîje Kurdistanê.Barzanîyê serekwezîr gotîye,wekî Kurdistanê hemû borcdarîyên xwe qedandine, lê nava pirsa mafê konstîtûsîyon û fînansîda wê berbi kompromîsê neçe.Ewî daye dîyarkirinê, wekî nedayîna beşa Kurdistanêye fînansî teribandina mafê binelîyên herêmê ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button