Sereke
Pûtîn tevî serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê nava pêwandîyên têlefonêye întênsîvda ye
Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn tevî serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîêv nava pêwendîyên têlefonêye întênsîvda ye.Derheqa wê yekêda berdevkê serokê Rûsîyayê, Dmîtrî Pêskov ew gotinên Paşînyan şirove krîye, bi kîjana hatibû dîyarkirinê wekî Pûtîn tevî Paşînyan du cara bi têlefonê axivîye.
“Em derheqa hemû axaftinên bi têlefonêye fermî elametîya belav nakin”,-Pêskov gotîye. Bi gotina wî, Pûtîn gelek cara daye dîyarkirinê,wekî ew girêdayî têma Qerebagê ra tevî serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê nava dîyaloga bi têlefonêye întênsîvda ye.