Sereke

Rêzolyûsîya ku Sênata Fransîyayê qebûl kirîye, wê çi bide naskirina Arsaxêye navnetewî?

Şiroçîyê merkeza bi navê “Orbêlî” Taron Hovhannîsyan, wextê weşana Spûtnîk Armênîyayê, derheqa bersivên alîyê azêrîya da xeberdaye, yên ku alîyê Adirbêcanê piştî rêzolyûsîya Sênata Fransîyayêye derheqa naskirina serbestîya Arsaxêda belav bûne.
Parlamênta Adirbêcanê elametî qebûl kirîye, kîjanêda şikyatê xwe girêdayî wê qirara Sênata Fransîyayê ra elam kirîye, lê hukumata Adirbêcanê berbirî Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê bûye, pêşnîyar kirîye, ku Fransîyayê ji teşkîla hemsedirên koma Mînskê bidine derxistinê.
Bi fikira Taron Hovhannîsyan, bêguman, ev rêzolyûsîya bona Adirbêcanê ne tiştê xwestinê ye. Alîyê Adirbêcanê qirarên vî cûreyî gelekî bi keder qebûl dike û niha jî hemû rêsûrsên xwe didine xebatê, bo ku rêzolyûsîya ji alîyê Sênata Fransîyayêda qebûlkirî û rola Fransîyayê bêhurmet bikin.
“Alîyê Adirbêcanê fem dike, wekî derxistina, mesele, Rûsîyayê tiştê bûyînê nîne, çimkî aşîtîparêzên rûs îdî li Qerebagê ne.Nava vê pirsêda xeleqa here zeyîf hema Fransîya ye, paşê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûî ye, bona wê yekê jî, Adirbêcan bi aktîvî Fransîyayê dike hedef û qirara Sênata Fransîyayê dike menî”,-şiroçî gotîye.
Bi fikira Hovhannîsyan, ew yek awqasî jî tiştê bawarkirinê nîne ku hukumata Fransîyayê wê serbestîya Arsaxê nas bike, bi hesabhildana wekîlê wezîreta Fransîyayêye karên dere li Sênatê, bo wê yekê jî hêvîdarî niha ne nêzîkî rastîyê ne, lê rêzolyûsîya Sênatê ji alîkî mayînva bona naskirina Arsaxê ya nava meydana navnetewîda cîh çê dike. Bi gotina şiroçî, rêzolyûsîya Sênata Fransîyayê dikare bona hazirkirina sîyasîya pêşerojê bibe bingeh. Heger bona Ermenîstanê pirsa sereke naskirina Arsaxêye navnetewî ye, wî çaxî lazim e dika saz bikin, bona ku pêşerojêda bidine kifşê, wekî bona parastina mafê navnetewî û binelîyên ermenî rêya here rast naskirina serbestîya Arsaxê ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button