Sereke

Bona parastina 13 dîlên ermenîye ku derbazî Adirbêcanê bûne, mehkema Avropayêye mafên mêriv wê gavên lez biavêje

Bona parastina 13 dîlên ermenîye ku li Adirbêcanê ne, mehkema Avropayêye mafên mêriv wê gavên lez biavêje.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî edaletêyî berê Artak Zêynalyanê mafparêz gotîye û daye dîyakirinê, wekî mehkema Avropayê erzên wan dane razîkirinê. “Mehkema Avropayê dew ji hukumata Adirbêcanê kirîye ku derheqa wan 13 dîlên ermenî da, derheqa halê wan, derheqa cîhê wan, qewilên wane xweykirinê û lênihêrandina doxtirîyê da înformasîya dokûmêntasîyakirî raber bikin. Mehkemê bona wê yekê wede kifş kirîye heya 3O-ê mijdarê û 4 kanûnê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button