Sereke

Ji 6OO-î zêdetir cinyaz ji zona dew-dozê hatine derxistinê: Arayîk Harûtyûnyan

Serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan rastî komeke dê-bavên leşkerên bêser-berate undabûyî û yên ku nava dîltîyêda nin, hatîye.Tevî wê hevdîtinê bûne usa jî fermandarê teşkîla aşîtîparêrêzên Rûsîyayêye li Arsaxê Rûstam Mûradov û serkarê qulixdarîya Arsaxêye halên qeydeder Karên Sargsyan. “Bi raberkirina întênvîsîya xebatên hûmanîtarî, min daye dîyarkirinê,wekî bi hevkarîya qulixdarîya halên qeydeder, ofîsa Xaçê Sor û aşîtîparêzên rûs, nava vî wedeyîda, ji 6OO-î zêdetir cinyaz ji zona dew-dozê hatine derxistinê û ew xebat her roj berdewam dibin”,- Harûtyûnyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî van roja bi dereca dewletêye here bilind hemû cedandin tên xebitandinê, bo ku nava wedê kurtda yazîya hemû merivên bê ser-berate undabûyî bidine zelalkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button