Sereke

Pûtîn, pirsa girêdayî bi seda dîlên ermenî va, yên ku li Adirbêcanê tên xweykirinê, bi xwe mijûl dibe:Ara Abrahamyan

Sedirê yekîtîya ermenîyên Rûsîyayê Ara Abrahamyan, girêdayî pirsa dîlên ermenîye li Adirbêcanê va, rastî alîkarê serokê Rûsîyayê Yûrî Ûşakov hatîye. Derheqa wê yekêda Ara Abrahamyan bi xwe gotîye.
“Em bi namê berbirî serokê Rûsîyayê bûne, kîjanêda me xemgînîya xwe elam kirîye û gotîye ku Adirbêcan borcdarîyên xweye nava elametîya sêalîda, ya derheqa dîlên ermenîda, çi cûreyî diqedîne”,-Ara Abrahamyan gotîye. Bi gotina wî, serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn bi xwe wê pirsêva mijûl dibe. Nava vê pirsêda, bi gotina wî, alîyê ermenî gerekê pirsê merkeza guhdarîyêda xweyîke, şuxulkarîyê kontrol bike û pirs-pirsîyara bike ku behsên nûye çi cûreyî hene. Ara Abrahamyan gotîye,wekî alîyê ermenî gerekê li ser pirsê usa bisekine wekî pirsgirêk bê helkirinê.Bi gotina wî, hejmara dîlên ermenîye li Adirbêcanê niha dighîje çend sed merivî.Em bêjin, wekî eva îdî serê du roja ye ku li Yêrêvanê, bi înîsîyatîya rewşanbîrên Ermenîstanê, aksîyayên şikyatkirinê tên derbazkirinê, tevbûyên kîjanê dewê dikin ku pirsa dîla û merivên bê ser-berate undabûyî lez bê helkirinê. Duh tevbûyên meşê çûne baylozxana Rûsîyayêye li Ermenîstanê û nama xwe teslîmî baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîsîanê Sêrgêy Kopîrkîn kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button