Sereke

Rûyê gotinên derheqa piştgirîya girtîyên sîyasîda, lîdêrên opozîsîyona tirka gefxwerina distînin

Piştî gotinên derheqa piştgirîya girtîyên sîyasîda, lîdêrên opozîsîyona tirka gefxwerina distînin. Ew gefxwerin çiqas diçin zêde dibin. Serokê partîya miletîyê-rêspûblîkîyê Kemal Kiliçdaroglû, bona rexnekirina girtina lîdêrê HDP-yî berê Salhedîn Dêmîrtaş û nevsên mayîn, cêrge gefxwerin stendine.17-ê mijdarê Kiliçdaroglû partîya desthilatdar nava wê yekêda rexne kirîye,wekî ewê partîyayê “lîdêrê mafîyayê û ariş-vêrşçîyê narkotîka azad kirîye” û bi wê yekêva tevayî “girtîyên wujdanê” kirine hebsê.
Piştî wê yekê, çeteyê eyan Alaattîn Çakicî gef li Kiliçdaroglû xwerine û ew nava xayîntîya dewletêda gunehkar kirîye, bona wê yekê ku ewî piştgirîya Dêmîrtaş kirîye.
Çakicî sala 2OO4-a bi cêrge gunehkarkirina, nava wanda bona kuştina meriva, hatibû girtinê, lê meha nîsanê ew aza hatîye berdanê, çimkî amnîstîya girêdayî belavbûna nexweşîya koronavîrûsê ra hebûye.Bona azaberdana wî, serokê partîya miletçîtîyê Dêwlêt Bahçêlî pêşda dihat. Ew partîya Çakicî çawa qehreman hesab dike, çimkî ewî endamên PKK-ê, piştgirên wan, bîznêsmênên kurd û aktîvîst binçev dikirin.Piştî gefxwerinên Çakicî, şuxulkarên tirkaye opozîsîyone mayîn jî ew rexne kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button