Sereke

Mîşûstîn Paşînyan ra têlefon kirîye û gotîye ku bona çi formata hevdîtina li Moskvayê hatîye guhartinê

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi têlefonê serokê hukumata Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn ra qise kirîye. Derheqa wê yekêda qulixdarîya çapemenîya serekwezîrê Ermenîstanê ragîhandîye.
“Birêz Mîşûstîn gotîye, wekî bi hesabhildana halê ji nexweşîya koronavîrûsê pêşdahatî, berbirî komîsîya Avrasîyayêye êkonomîkî bûye ku civîna bi sirê, ya ku gerekê 4-ê kanûnê li Moskvayê derbaz bûya, gerekê bi cûrê li ser dûrayê bê mîyaserkirinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî wextê qisê cêrge pirsên derheqa rojeva pêwandîyên ermeîya-rûsaye tifaqdarîyêda hatine gotûbêjkirinê.

Em bîr bînin, wekî çarê kanûnê gerekê civîna şêwira Avrasîyayêye ortehukumatîyê li Moskvayê derbaz bûya, lê niha îdî formata civînê hatîye guhartinê.Serekwezîrê Ermenîstanê gerekê bi seredan biçûya Moskvayê, lê ew seredan wê îdî nebe.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button