Sereke

Şêwirmendê Baydên: ŞAY gerekê alî bike ku prosêsa aşîtîyê li Tirkîyayê destpê be

Şêwirmendê serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîyî tezebijartî hesab dike, wekî Tirkîya gerekê hevkarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û kurdên Sûrîyayê ra, heya dawîya şerkarîya dijî têrorîzmê, qayîl be. Ştatên Yekbûyî gerekê usa jî alî bike ku hevraxeberdanên kurda-tirkaye edil destpê bibin.Serokê ŞAY hilbijartî Co Baydên navên du endamên kabînêta xwe dane: katibê dewletê Êntonî Blînkên û şêwirmendê bêqezîyabûnê Cêyk Salîvan. Ev herdu meriv jî dikevine nava teşkîla wan meriva, yên ku sala par gelek cara derheqa pirsgirêka kurd û nêzîkbûna ŞAY da xeberdane.Êntonî Blînkên derheqa piştgirîya sînorkirîye hindava kurdên Sûrîyayê û dijîderketina lîdêrên PKK ê daye dîyarkirinê. Lê Cêyk Salîvan, şêwirmendê alîyê pirsên bêqezîyabûnê hesab dike, wekî welatê wî gerekê bi guhdarîya mezin nêzîkî pirsgirêka kurd bibe.Du sal pêşda, ewî gotibû, wekî ŞAY gerekê firqîya di navbera hêzên kurdaye li Sûrîyayê û PKK-ê raber bikin, çimkî bi fikira Tirkîyayê, ew hev va girêdayî ne. Şêwirmendê Baydên usa jî gotîye,wekî Tirkîya gerekê wê yekê ra qayîl be, ku hevkarîya tevî kurdên Sûrîyayê wê heya dawîya şerkarîya dijî DAÎŞ-ê berdewam be, lê kurd jî gerekê bona Tirkîyayê qezîya leşkerî raber nekin.Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî pêwîst e ku dema qebûlkirina qirarên sîyasîye bona pêşeroja Sûrîyayê, qedirê kurdên Sûrîyayê bigrin û şêwir daye Tirkîyayê ku vê şuxulkarîyê bi rasîyonalî qebûl bikin.Cêyk Salîvan hesab dike wekî welatê wî gerekê bi guhdarî nêzîkî pirsgirêka kurde li Tirkîyayê bibe û alî bike ku ev pirs bi sîyasî bê helkirinê, hevraxeberdanên edil bên derbazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button