Sereke

Vagarşak Harûtyûnyan bayloza ŞAY-ye li Ermenîstanê qebûl kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Vagarşak Harûtyûnyan bayloza ŞAY-ye li Ermenîstanê Lîn Trêysî qebûl kirîye. Baylozê, girêdayî qulixa Harûtyûnyane nû ra, ew pîroz kirîye û bo wî açixî xwestine.Bi hîvîkirina baylozê, wezîrê parastinê şuxulkarîya pevketinên piştî agirbestê destanî raber kirîye.Çawa pirsa here pêşin, paşdavegerandina dîlên leşkerî, merivên bêser-berate undabûyî û pevguhartina cinyaza hatîye cudakirinê.Wezîrê parastinê usa jî gotîye,wekî lêkolînkirina opêrasîyonên leşkerî û qîmetkirina kêmasîya tê mîyaserkirinê. Wextê hedîtinê usa jî derheqa hevkarîya ermenîya-amêrîkîyada û mecalên hevkarîyêye nû da xeberdan çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button