Sereke

Ara Ayvazyan wextê civîna Organîzeya Hevkarîya Bo Bêqezyabûna Kolektîv derheqa hazirîya çekdarên bîyanîye li Adirbêcanê xeberdaye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan, wextê civîna şêwira wezîrên karên der, ya Organîzeya Hevkarîya Bo Bêqezyabûna Kolektîv e onlaynê, derheqa şerê Adirbêcanêyî dijî Arsaxê xeberdaye.
Ayvazyan derheqa hazirîya çekdarên bîyanîye li Adrbêcanê daye dîyarkirinê. Ewî gotîye, wekî çekdar ji alîyê Tirkîyayêda ji Sûryayê û Lîbyayê hatine cîguhastinê, bo ku ew tevî opêrasyonên leşkerîye dijî Arsaxê bibin. Ayvazyan guhdarîya hevalkara teglîfî ser wê yekê kirîye, wekî Adirbêcan gava diavêje ku li herêma Qafkasyayê ocaxa têrorîzma navnetewî sazke.
Wezîr usa jî derheqa girîngîya pirsa derheqa lez pevguhartina dîla û cinyaza, rastkirina hejmara merivên bêser-berate undabûyî axivîye.
“Nenihêrî wê yekê, wekî nava elametîyêda xala anegor heye, Adrbêcan heya roja îroyîn leznakeve hazirîyê bide kifşê ku wê yekê mîyaser bike”,-Ayvazyan gotîye.
Ewî usa jî cedandinên Rûsîyayêye bona îzbatbûna agirbestê bilind qîmet kiriye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button