Sereke

Hejmara 6O dîlên leşkerî, usa jî 4O welatîyên ku bi destê zorê unda bûne, hatîye cudakirinê: Bêglaryan

Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Artak Bêglaryan gotîye,wekî navnîşên dîla şev û roj, li ser hîmê vîdêyoya û şedetîyên malbetên wan meriva, tên nûkirinê.
“Ji vîdêyoyên admînîstrasîya parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv mera li hev hatîye 6O dîlên leşkerî cudakin, ji kîjana beşeke biçûk nehatîye zelalkirinê. Ez derheqa şedetîya, têlefonkirina û tiştên mayînda nabêjim”,-Bêglaryan fêysbûkêda nivîsîye.Ewî usa jî gotîye,wekî şuxulkarîya başqe jî tê mîyaserkirîye, ya ku girêdayî ye wan meriva va, yên ku bi destê zorê unda bûne û hejmara wan dighîje 4O-î.Bêglaryan gotîye,wekî van înformasîya teslîmî organên dewletê û navnetewî dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button