Sereke

Vagarşak Harûtyûnyan li cem hevalkarên Organîzeya Hevkarîya Bo Bêqezyabûna Kolektîv derheqa merivên beser-berate undabûyî û dîlada xeberdaye

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Vagarşak Harûtyûnyan, wextê civîna şêwira wezîrên parastinê, ya Organîzeya Hevkarîya Bo Bêqezyabûna Kolektîv e onlaynê, pirsa merivên beser-berate undabûyî û dîla bilind kirîye.
Vagarşak Harûtyûnyan derheqa halê li Qerebagê pêşdahatî raber kirîye û xebatên bo gera merivên beser-berate undabûyî, pevguhartina dîla, girîng hesab kirîye.Ewî guhdarîya mexsûs teglîfî ser cedandinên Rûsîyayêye li Arsaxê kirîye. Wextê civînê, wezîra fikir dora pirsên navnetewîye li herêmên organîzeyê û bêqezîyabûna herêmî pevguhartine, pirsên derheqa pêşxistina goveka oganîzeyêye leşkerî, sîstêma pêşxistina hazirkirina kadroyaye nava welatên organîzeyêda, sîstêma hazirkirina teşkîla hêzên aşîtîparêz û pirsên başqe gotûbêj kirine. Qirara şêwira organîzeyê, ya derheqa plana pêşkeftina hevkarîya welatên endamên organîzeyêye leşkerîye salên 2021-2025 layîqî begemîyê bûye.
Civîna Organîzeya Hevkarîya Bo Bêqezyabûna Kolektîve bisirê wê nîveka sala 2021-êye ewlin, li Tacîkstanê, derbaz bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button