Sereke

Baza rûsaye li Arsaxê wê bêqezîyabûna wededirêj çareser bike

Sazkirina baza rûsaye li Qerebagê dikare alî bêqezîyabûn û qewînbûna wededirêj bike.Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî RÎA Novostîyê, şêwirmendê serokê Arsaxê Davît Babayan gotîye.
“Çawa pêşezean, welatîyê wî welatî û şuxulkarê sîyasî, ez difikirim, wekî heyîna baza Rûsîyayêye li Arsaxê wê gelekî baş bûya.Potênsîyala Rûsîyayêye gêopolîtîkîye qewat heye. Heger Tirkîya careke mayîn bona agrêsîyayê helana bide Adirbêcanê, heger çekdarên kirêkirî ji bin kontrola Tirkîyayê derbikevin û bixwezin li vir tiştekî bikin, wî çaxî ew dikarin derbê bighînine îmîca Rûsîyayê. Ji alîyê bêqezîyabûnêda jî îdî nabêjim”,-Babayan gotîye.Şêwirmendê serokê Qerebagê difikire,wekî sazkirina baza Rûsîyayêye li Arsaxê wê bibe gaveke rast.
“Heyneser, baza Rûsîyayê wê li Arsaxê bêqezîyabûnê û qewînbûnê qewat bike, ew jî ya wededirêj”,-şuxulkarê sîyasî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button