Sereke

Du cara ketine nava dorpêçkirinê û bêyî zyan derketine, birîndar tevî xwe birine

Eskerê parasinê dîsa mêrxasên roja îroyîn, yên wextê şerê Arsaxê raber dike.Anegorî înformasîya bi sirê, qulixçîyên leşkerî Naîrî Avêtîsyan, Armên Pêtrosyan, Vaçê Manasyan li başûrê Arsaxê bilindayîke girîng xweyî kirine, zyana têknîkî û merivaye mezin gîhandine dijmin û teşkîla leşkeraye cem xwe bêqezîya ji wê nehîyê derxstine.
Bi serkarîya mayor Armên Vîyaçêslav, hêzên eksîhewê du dironên dijmin şewitandine, zyana ji 2OO-î zêdetir meriva gîhandine dijmin. Wextê şêr, koma wan du cara ketîye nava dorgirtinê û ew bêyî zyanêketin ji wir derketine û birîndar jî tevî xwe birine.Wextê opêrasîyonên leşkerî, qulixçîyên leşkerî Hênrîk Sogomonyan, Arşam Manûkyan, Norîk Arakêlyan, Slava Movsîsyan, Samvêl Xaçatryan, Vîgên Yêgîyazaryan, Samvêl Gêvorgyan, Arman Xaçatryan, Sêrgêy Haûrapêtyan berbiçev bûne.
Bila bijîn qehremanên me.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button