Sereke

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk ew yek înkar kirine ku ji alîyê hêzên koalîsîyonda diron stendine

Hêzên Sûrîya Dêmkoratîk behsên derheqa wê yekêda înkar kirine,wekî hêzên koalîsîyon diron dane wana.
“Ev gotin ji rastîyê dûr in û ev yek ji alîyê fermandarîyêda jî hatîye înkarkirnê”-wekîlê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Kîno Gabrîêl gotîye.
Hêzên Sûrîya Dêmokratîk li Sûrîyayê li ser erdê, nava şerê dijî DAÎŞ-ê, tifaqdara koalîsîyonêye tek-tenê ye. Adara sala 2O19-a ewê derheqa hincirandina DAÎŞ-da elam kir û hetanî niha çend opêrasîyonên leşkerî dijî komên DAÎŞ-ye biçûk û wa gotî yên “razayî” mîyaser kirine.Hêzên koalîsîyon sîlih dane hêzên Sûrîya Dêmokratîk, ew telîm kirine û piştgirîya leşkerî dane wan, alîkarîya hûmanîtarî jî pêra.Wekîlê hêzên Sûrîya Dêmokratîk usa jî dereqa êrîşên tirkaye nihada xeberdaye.Ewî daye dîyarkiriinê, wekî van axirîya êrîş zêde bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button