Sereke

Raporta pênca, ya derheqa barbarîyên hindava dîlên ermenî û usa jî cinyaza hazir e

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye, wekî parêzerên Ermenîstanê û Arsaxêye mafên mêriv raporta pênca, ya derheqa barbarîyên ji alîyê azêrîyada mîyaserkirî, yên hindava dîlên ermenî û cinyazên cangorîya, ser hevda anîne.Gilî derheqa wedê ji 19-ê mijdarê hetanî 2-ê kanûnêda ne.Nava vê raportêda şedetîyên konkrête derheqa hemû barbarîya, xirabkarîyên leşkerîda hene, yên ku hêzên azêrîya mîyaser kirine.Hatîye dîyarkirinê, wekî bi menîyên femdarî raport nayêne raberkirinê, bi hesabhildana dereca barbarîyên azêrîya. Wan raporta bi temamî raberî organên navnetewî dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button