Sereke

Teşkîleta Human Rights Watch-ê derheqa nêzîkbûnên nemerivatîye dijî dîlên ermenîye li Adirbêcanê dengê xwe bilind kirîye

Hêzên azêrîya hindava dîlên ermenîye li Adirbêcanê nêzîkbûna nemerivatî didine kifşê.Derheqa wê yekêda teşkîleta Human Rights Watch -ê elamî Armênprêsê kirîye û serda zêde kirîye,wekî ji meha cotmehê destpêkirî dîlên ermenî hatine zêrandinê û nuxsankirinê. Ew kirin bi vîdêyoyê hatine kişandinê û nava torên sosîyalîda hatine belavkirinê. Teşkîleta mafparêze eyan dengê xwe bilind dike û dide dîyarkirinê, ku çawa wan vîdêyoyada azêrî dîlên ermenî dixin û nuxsan dikin, wana mecbûr dikin ku ala Adirbêcanê ramûsin, pesinê serokê Adirbêcanê Elîêv bidin, serekwezîrê Ermenîstanê bêhurmetkin û elamkin, wekî Qerebag Adirbêcan e.
“Nava gelek vîdêyoyada sifetên wana kifş in û ew yek dide kifşê, wekî ew ji cabdarîyê natirsin. Nêzîkbûnên wî cûreyîye hindava dîlên leşkerîda nikarin bên afûkirinê. Serokatîya Adirbêcanê gerekê lez terka wê yekê bide”,- serokê teşkîletêyî li Avropayê û Asîya Navîn Hyû Wîlyamson gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button