Sereke

Tîgran Avînyan rastî baylozê Rûsîyayê Kopîrkîn hatîye:pirsa paşdavegerandina dîla jî hatîye gotûbêjkirinê

Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn qebûl kirîye. Avînyan bona rola Rûsîyayêye nava sekinandina opêrasîyonên leşkerîye li Arsaxê û îzbatkirina aşîtîyê da razalixî elam kirîye.
Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa şuxulkarîya pevguhartina merivên bê ser-berate undabûyî û dîtina cinyazên cangorîya da hatine gotûbêjkirinê. Cîgirê serekwezîr daye dîyarkirinê, wekî ev pirs rojeva hukumata Ermenîstanêda nin, ew yên pêşin in û lez in û hemû tişt tê kirinê ku ew şuxulkarî bêne lezêxistinê. Tîgran Avînyan gotîye wekî nava şuxulkarîya pevguhartina dîlada alîyê ermnî pêşnîyar dike pirînsîba “hemû dewsa hemûya” bidine xebatê.Usa jî hatîye pêşnîyarkirinê ku mêxanîzmê sazkin, anegorî kîjanê heger pêşerojêda li cem herdu alîya dîlên nû hebin, wî çaxî ew gerekê bêyî tu qewil-qirara bêne paşdavegerandinê.
Kopîrkînê bayloz gotîye,wekî pirsên girêdayî dîla, merivên bê ser-berate undabûyî û cinyazên cangorîya ra, merkeza guhdarîya serokatîya Rûsîyayêye here bilindda nin. Tîgran Avînyan piştgirîya Rûsîyayêye nava pirsa hûmanîtarîye hindava binelîyên Arsaxê girîng hesab kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button