Sereke

Wezîrên Ermenîstanê û Îtalîyayêye karên der derheqa halê li Arsaxê pêşdahatî xeberdane

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan bi têlefonê tevî wezîrê Îtalîyayêyî karên der Lûîcî Dî Mayo qise kirîye.
Bi qebûlkirina pîrozbahîya hevalkarê xweyî îtalî, girêdayî qulixa nû ra, Ayvazyanê wezîr bi hêvîdarî gotîye, wekî wê cedandin bên xebitandnê ku rojeva dualî diha dewlemend û kradar be.Xeberdan derheqa halê li Arsaxê û herêmê da çûye.Wezîrê Ermenîstanêyî karên der nêzîkbûnên nemerivatîye hindava wan merivada gunehkar kirîye, yên ku ji alîyê Adirbêcanêda dîl ketine. Wextê axaftina bi têlefonê, Ayvazyanê wezîr daye dîyarkirinê, wekî nava şerê dijî Arsaxê û Ermenîstanê, Tirkîyayê piştgirîya leşkerî-sîyasî daye Adirbêcanê û usa jî têrorîst ji Rojhilata Navîn cîguhastî Adirbêcanê kirine. Nava hemtêksta helkirina dew-dozêda, Ara Ayvazyan îzbat kirîye wekî pirsa serekeye bona Ermenîstanê mîyaserkirina mafê cimeta Arsaxê, nava wanda mafê xweqrarbûnê û mîyaserkirina bi heqî, dimîne.Herdu alîya jî hesab kirine,wekî pirsgirêk gerekê nava hemsedirtîya koma Mînskêda bê helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button