Sereke

Wezîreta Adirbêcanêye parastinê derheqa kuştîya, birîndara, merivên dîlketî û yên bê ser-berate undabûyîda elam kirîye

Wezîreta Adirbêcanêye parastinê derheqa leşkerên xweye kuştîda, yên wextê şerê li Qerebagê, raber kirîye û daye dîyarkirinê, wekî 2783 leşkerên wan hatine kuştinê.Usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî 1O3 leşkerên wan bi têsta niha tên zelakirinê ku ew kî ne. Ji sedî zêdetir leşker jî bê ser-berate undabûyî ne û niha gav tên avîtinê ku wana bibînin û teslîmî malbetên wan bikin.Usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî 1245 leşkerên Adirbêcanê birîndar in û tên qenckirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button