Sereke

Serokê Organîzeya Hevkarî û Bêqezyabûna Avropayê bang kirîye ku hevraxeberdanên bona pirsa Qerebagê, yên nava dorana koma Mînskêda, berdewam bikin

Hevraxeberdanên bona helkirina pirsgirêka Qerebagê, yên nava dorana koma Mînskêda, gerekê berdewam bibin, bo ku bighîjne helkirina tam.Derheqa wê yekêda, serokê Organîzeya Hevkarî û Bêqezyabûna Avropayê, wezîrê Albanîyayêyî karên der, Êdî Raman gotîye, wextê ku ewî civîna şêwira organîzeyêye wezîra vekirîye.
“Ez şa me, ku opêrasyonên leşkerî hatine sekinandine. Wede ye ku borcdarîyên anegor bên qedandinê. Ez derheqa piştgirîya xweye tam da, ya hindava destpêkirina hevraxeberdanên bin bandora hemsedirên koma Mînskê da, elam dikim. Hevraxeberdan gerekê berdewam bibin”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button