Sereke

Moskvayê li Qerebagê bona Tirkîyayê “xetên sor” kişandine: pêşêzanê rûs

Anegorî encamên vî şerî, Tirkîyayê li herêma Kaspîyê hazirîya eskerên xweye li Adirbêcanê da qewînkirinê. Feqet nava vê dîrokêda ji hemûya zêdetir Rûsîya ser ket, mecal û qirarên xweye zû dane kifşê. Derheqa wê yekêda, wextê pira têlêvîzîyonêye Moskva -Yêrêvanê, pêşezanê leşkerîyî rûs Vîktor Mûraxovskî gotîye. Bi gotina wî, Moskvayê li Qerebagê “xetên sor” kişandine, kîjana ra Tirkîya turuş nake derbaz bibe. “Ev hal serhatîya li Îdlîbê bîr tîne. Enqerê li wir destpêkêda diha zêde dixwest, lê paşê mecbûr bû parevekirina govekên hukumra qayîl be. Halê li Qerebagê derbazî rêjîma statûs-kivoyê bûye û niha pêwîst e nava dorana şuxulkarîya sîyasîda statûsa wêye pêşerojê hel bikin, çimkî heger usa nîbe pênc sala şûnda vê dew û dozê nikarin bitemrînin”,-ewî gotîye.Pêşezan gotîye,wekî qirara pirsên Ermenîstanêye sîyasî wê usa jî armancên wêye leşkerî-stratêcî qirar bike, nava wanda pirsa Qerebagê. “Ermenîstan gerekê niha, berî her tiştî, pirsa yekîtîya têrîtorîyayên xwe û xweserkarîkirinê helke, ya ku bi endamtîya nava Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv û tifadarîya tevî Rûsîyayê tê çareserkirinê”,-Mûraxovskî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button