Sereke

Nava şuxulkarîya bona destpêkirina hevraxeberdana cîhleqandin heye:Paşînyan

Bona destpêkirina şuxulkarîya hevraxeberdanên dora pirsgirêka Qerebagê, cîhleqandin heye.Derheqa wê yekêda, Nîkol Paşînyanê serekwezîr wextê berbirîbûna xweye bi vîdêyoyê gotîye û bîr anîye,wekî Welatên Hemsedirên koma Mînskê bi elametîyêva pêşda hatine û guhdarîya cuda dane kifşê.
“Xwestina dasekinandina şuxulkarîya hevraxeberdanaye tam û xebata tevayîye dora helkirina pirsgirêka Qerebagê careke mayîn hatîye îzbatkirinê.Eva dîsa bona qewînkirina agirbesta 9-ê mijdarê faktoreke girîng e”,-Paşînyan gotîye. Bi gotina wî, bi vî cûreyî qulixa leşkera wê diha bêqezîya be.Paşînyan gotîye,wekî niha li ser sînor hal sert nîne, lê serokatî bi çareserkirina qewilên bona leşkera va mijûl e.
“Bêguman, pirsên giran hene, halên giran hene, lê pirsa global ew e ku em hazir dibin çi bikin? Em hazir dibin wê giranîyê li ser xwe bibin û serbikevin”,-ewî gotîye û şirove kirîye,wekî hindava giranîya zyana meriva nikarî ser bikevî. Ew dilên meda gerekê bimînin û em gerekê xwestina xweye bo jîyanê û serkeftinê bidine qewatkirinê”,- serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button