Sereke

“Nava têkstêda ne xebera “Mêgrî” ne jî xebera “sivder” hene”: pirsê gerekê nava kîjan hemtêkstê da lê binihêrin?

Nîkol Paşînyanê serekwezîr, wextê berbirîbûna xweye bi vîdêyoyê, derheqa têma “Sivdera Mêgrîyê” da xeberdaye, ya ku bûye têma gotûbêjkirinêye berfireh.
“Ez dixezim guhdarîya we teglîfî li ser wê yekê bikim, wekî nava têksta elametîya 9-ê mijdarê îmzekrî, ne xebera “Mêgrî” ne jî xebera “sivder” hene. Li wir derheqa vekirina sîstêmên transportêda hatîye dîyarkirinê. Heger em gerekê derheqa pêşerojêda bifikirin, usa ye em gerekê derheqa faktorên nûye nava jîyana êkonomîkîda bifikirin.Gelo nava êkonomîka meda tiştek wê bê guhartinê, girêdayî dasekinandina rêya hesinîye Ermenîstan- Rûsîya û Ermenîstan-Îranê ra. Ez difikirim, ku usa ye. Heger em nava vê hemtêkstêda pirsê dinihêrin, wî çaxî ew cûrekî mayîn dîyar dibe”,-Paşînyan gotîye. Feqet, bi gotina wî, niha pirsên diha lez tên helkirinê. Paşînyan gotîye,wekî bi qirara hukumata Ermenîstanê arsaxî alîkarîya fînansî distînin. Alîkarî usa jî bo birîndara tê dayînê.Xêncî wê yekê, hukumat mecala bona dasekinanina malên ji opêrasîyonên şêr zyanêketî, yên li qezayên Syûnîkê û Gêgarkûnîkê, başqe dike.Zûtirekê têra tê dîtinê usa jî alîkarîyê bidine wan xwendikara, yên ku tevî şêr bûne, yan jî wan tevbûyên şêr, zarokên kîjana dixwînin, alîkarîya fînansîyê bidin bona heqê xwendina wan.Tevî hukumata Arsaxê xebat tê kirinê ku piştgirîyê bidine wan arsaxîya, yên ku rûyê opêrasîyonada malên xwe unda kirine, yan jî zyanê ketine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button