Sereke

Pêşezanê rûs: leşkerên eskerê parastina Arsaxê qehremanîya mezin kirine

Gerekê bîr nekin,wekî leşkerên tirk jî tevî serkarîkirina opêrasîyonên li Qerebagê dibûn, derheqa çida serokê ştaba Adirbêcanêye sereke gotîye û bona çi jî ew ji qulixê hate derxistinê.Înformasîyayên wî cûreyî usa ji kanîyên rojavayê tên stendinê.Derheqa wê yekêda, wextê pira têlêvîzîyonêye Moskva-Yêrêvanê, doktorê zanistîya leşkerî, cîgirê serokê akadêmîya Rûsîyayêye zanistîyên rokêta û artîlêrîyayê, Konstantîn Sîvkov gotîye.
Bi gotina wî, ew yek şaş e, ku encamên opêrasîyonên leşkerî bêyî hesabhildana halê leşkerîyî pêşda qîmet bikin. “Adirbêcanê ra li hev nehat pêşîya şêr pirsa kontrolkirina axa Qerebagê hel bike.Ez nafikirim, wekî nava wê pirsêda alîyê ermenî bin ketîye.Ermenî serketine. Nava wan qewilada, çawa ku ermenî bûn û dijî wana eskerên dijmin şeş cara ji wana zêdetir bûn û şer dikirin, dinîyayêda tu kesek nikaribû bighîşta ji wê yekê zêdetir. Nava qewilên wî cûreyîda, bi undakirina pareke axê, ew yek qehremanî ye. Pêşdaçûyîna eskerê azêrîya, rojê kîlomêtrek bû. Ew yek gelekî hindik e. Bila bijîn leşkerên Qerebagê. Ez nêytral xeber didim û ez dikarim van xebera bona hemû eskerî jî bêjim, yê ku dikaribû biketa nava wî halî”,-pêşezan gotîye.
Bi gotina rêdaktorê kovara “Arsênal otêçêstva”-ê Vîktor Mûraxovskî, sîstêma Qerebagêye parastinê gelekî kardar nehatibû çêkirinê. “Ez wê yekêra qayîl im, wekî parastin hîmlî bi saya şerkarîya leşker û ofîsêrên Qerebagêye bi qehremanî hatîye mîyaserkirinê, yên ku welatên xwe diparastin”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button