Sereke

Şedetîyên nû, yên derheqa wê yekêda ku hêzên azêrîya li Arsaxê sîlihên bi êlêmêntên kîmîyayî dane xebatê

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan rûpelê xweyî fêysbûkêda wêne belav kirine û elam kirîye,wekî bi gotina doxtira, ji rojên şêre ewlin li cem gelek meriva şewatên wê derecê hebûne, yên ku nava praktîka wan da tunebûne.
“Îro, tevî teşkîla doxtira û hiqûqzana, li merkeza doxtirîyêye nexweşên şewitî, şedetîyên nû hatine destanînê, yên ku didine kifşê ku li Arsaxê sîlihên bi êlêmêntên kîmîyayî /dibe fosfora sipî/ dijî ermenîya hatine xebitandinê.Lêkolîn bi alîkarîya dem û dezgehên mexsûs hatine kirinê.Bi fikira doxtira, birînên leşkera wedekî dirêj tên xweyîkirinê, cîh-cîhna birînên wan gelekî kûr in, lêvên wan tê bêjî bûne komir, car-carina xwîn ji birîna diçe û ew bi dijwarî tên qenckirinê.Nava xwînêda dereca kalsyûmê û hêmoglobînê gelekî nimiz e, li cem nexweşa mezinbûna cegerê û fatereşkê tê kifşê. Bi gotina doxtirên pêşezan, heger ew qinyatên kîmîyayî dikevine organîzmê, organên hundur zyanê dikevin û piştî wê yekê tendurustîya mêriv bere-bere paşda diçe, heya ku dimire”,-Arman Tatoyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button