Sereke

Çawa pirsa sereke ew dimîne ku paşda vegerine berbi sivira hevraxeberdana:Ayvazyan

Zûtirekê hemsedirên koma Mînskê wê bona gotûbêjkirina destpêkirina hevraxeberdanên dora pirsa Qerebagê li herêmê biqesidin.Wextê prêss-konfêransa wezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayêye karên dere li Moskvayê, Ara Ayvazyanê wezîr gotîye, wextê ku ewî bersiva wê pirsê daye ku gavên çawa wê bêne avîtinê, bo ku pirsgirêk bê helkirinê, çimkî elametîya sêalî tê bêjî helkirina kurt bû.
“Minê negota, wekî qayîlnivîsara sêalî bona agirbestê û xwînrêtinê ya wedelû ye.Qayîlnivîsarêda xalên cuda hene, yên ku derheqa paşdahatina mihacira û pirsên başqeda nin û yên ku pirsên hîmlî didine dîyarkirinê”,-Ayvazyan gotîye.
Ewî gotîye,wekî pirsa pêşin ew e, ku paşda vegerine berbi sivira hevraxeberdana, yên ku wê wî çaxî destpê bibin, wextê ku li zona dew-dozê hal qewîn be.Ew fikira wezîrê Rûsîyayê ra qayîl bûye,wekî wî alîda “optîmîzma fesal” heye. Bi gotina wezîrê Ermenîstanê, gerekê hemû tişt bê kirinê, ku ev tragêdîya dawî newekile.Ayvazyan nava axaftina xweda gotîye wekî gerekê bona destpêkirina şuxulkarîya hevraxeberdana qewil bêne sazkirinê. Wezîrê Rûsîyayêyî karên der jî sirîya xweda gotîye,wekî hemsedirên koma Mînskê nava van salên dawîda xebata mezin kirine. Bi gotina Lavrov, koma Mînskê bona dîtina rêya helkirina dew-dozê xebitîbû û xalên qayîlnivîsara sêalî li ser wê yekê hatine hîmdanînê.Gilî derheqa paşdadayîna hevt nehîyada ne, cîhwarkirina aşîtîparêza, vekirina sivdera Laçînê û dasekinandina pêwandîyên transportêda ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button