Sereke

Nava pirsa şerê Arsaxê da gunehkar kî bû?: li Rûsîyayê lêpirsîn derbaz kirine

Merkeza Rûsîyayêye lêkolînkirina bona fikira civakî lêpirsîna sosîyalî li Rûsîyayê derbaz kirîye. Serokê merkezê Valêrî Fyodorov encamên lêpirsînê raberî ajansa TASS-ê kirîye.Bi gotina wî, nava femdarîya binelîyên Rûsîyayê da Qafqasîya li herêmê ya dost û girîng e.Feqet, alîyê pirsêyî duem jî ew e, wekî çawa ku hatîye gotinê “eva herêma me nîne”: li wir welatên başqe hene, nenihêrî wê yekê ku ew Rûsîyayê va girêdayî ne.
“Nêzîkbûna binelîyên Rûsîyayêye hindava bûyarên li Qerebagê meriv dikare cûre-cûre raber bike. Hene meriv ku anegorî hewaskarîya xwe dîna xwe didane wê yekê, lê min cêribandîye wana bikim yek. Feqet êmosîyayên baş jî hene wî alîda, wekî Rûsîyayêra li hev nehat tevî dew-dozê bibe”,- Fyodorov gotîye.Lêpirsîn li 5OO bajara hatîye derbazkirinê, tevî kîjanê bûne 16OO meriv.Bi gotina Fyodorov, 19 selefê wan meriva gotîye,wekî ew hindava bûyarên têma derheqa şêrda bi hewaskarî nêzîk dibin.53 selefê wan meriva daye dîyarkirinê, wekî ew car-carina dîna xwe didine bûyarên wî cûreyî. 26 selefê meriva gotîye,wekî ew hindava wê têmayê hewaskar nînin. Çawa bersiva wê pirsê, ku rûyê kêda dew-doz destpê bûye:pênc selefê wan meriva gotîye ku Ermenîstan neheq e, 12 selefî gotîye ku Adirbêcan neheq e. 33 selefî herdu alî jî gunehkar kirine. Şeş selefê wan meriva gotîye wekî ŞAY dew-doz destpê kirîye, pênc selef jî Tirkîyayê gunehkar dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button