Sereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der derheqa paşdaanîna dîlada xeberdaye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan destpêka prêss-konfêransa tevayî da daye dîyarkirinê, wekî seredana wîye ewline li welatekî başqe anegorî dostîya ermenîya-rûsaye bi sedsala ye. Ewî derheqa pêwandîyên dostîyêye dualîda daye dîyarkirinê, yên ku 32 sal pêşda jî hatine kifşê, dema ku li Ermenîstanê erdhej qewimî.
“Şerê berfireh, yê dijî Arsaxê, yê bi piştgirîya Tirkîyayê û têrorîstên ji Rohilata Navîn, bûyareke nû bû”,-Ayvazyan gotîye. Wextê axaftina xwe, Ara Ayvazyan razalixî elamî alîyê rûsa, bi taybetî Sêrgêy Lavrov kirîye, bona cedandinên bo sekinandina opêrasîyonên leşkerîye li zona dew-dozê. Bi fikira wî, halê rêgîyonêyî îroyîn gerekê bi rêya yekbûna civakê û temamîya cimeta ermenî bê helkirinê.Ewî gotîye,wekî nava vê pirsêda organên dewletê gerekê bixebitin, parastina dewletê, pêşkeftina êkonomîkayê û girîngîya hevkarîya tevî tifaqdara bidine bilindkirinê.Wezîr daye dîyarkirinê, wekî niha pirsa gera leşkerên bêser-berate undabûyî, pevguhartina dîla û usa jî gera cinyazên cangorîya gelekî girîng e û hewce ye ku vê pirsê lez bidine helkirinê, çimkî înformasîya tên stendinê,wekî li Adirbêcanê bi nemerivatî nêzîkî dîlên ermenî dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button