Sereke

Bona parastina Kirkûkê, ereb, kurd û tirkmên dixwezin ji binelîyên cîh “hêzên yekbûyî” sazkin

Wextê hevdîtinên şuxulkarên Kirkûkêye sîyasî, hatîye pêşnîyarkirinê ku dikarin ji binelîên cîh hêzên parastinê sazkin.Endamên Miclîsa Kirkûkêye Al Erebî /şêwira erebî/ û Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê rastî hevdu hatine.
“Ereb, kurd û tirkmên wê yekêra qayîlin ku ew gerekê hêzên xwe bikin yek bo ku Kirkûkê biparêzin û me wextê hevdîtinê piştgirîya wê fikirê kirîye”,- wekîlê Şêwira Erebî, Xatam Al Tay gotîye Rûdawê.Ewî daye dîyarkirinê,wekî ew negihîştine qayîlîyê, lê tenê hal gotûbêj kirine û hêvîdarin ku pêşerojêda ewê bên ser wê qirarê.
Rûyê tunebûna bêqezîyabûnêda, li nehîyên hevraqayîlnekirî, DAÎŞ êrîşa mîyaser dike.Hatîye ragîhandinê,wekî nava du hevtîyên dawîda DAÎŞ-ê here kêm 19 meriv kuştine û birîndar kirine.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button