Sereke

Mehkema Avropayêye mafên mêriv qirar kirîye ku dîsa gavên lez hindava 23 merivên dîlketîye mayîn bên xebitandinê

Mehkema Avropayêye mafên mêriv qirar kirîye ku mecalên lez dîsa bona 23 merivên başqe bên xebitandinê, yên ku wextê şerê Adirbêcanêyî destpêkirî dîl ketine. Derheqa wê yekêda Artak Zêynalyanê mafparêz û Sîranûş Sahakyana advokat rûpelên xweye fêysbûkêda nivîsîne. Hatîye dîyarkirinê,wekî erzên ku raberî mehkema Avropayê kirine, hatine razîkirinê. Mehkema avropî dew ji hukumata Adirbêcanê kirîye ku derheqa dîlada, qewilên xweykirina wan, cîhên wanda înformasîyayê bidin. Hukumata Adirbêcanê girêdayî îşên pêşda ra bersivên tam nedane, negotîye ku ew meriv li kîderê ne û nava qewilên çawa da tên xweyîkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button