Sereke

Mesrûr Barzanî: hukumata herêmê piştgirîya aksîyayên edil dike, lê zordarîyê qebûl nake

Hukumata herêmê piştgirîya aksîyayên edil dike, lê zordarîyê qebûl nake. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî elam kirîye.Ev elametî piştî wê yekê hate belavkirinê,wextê ku roja duşemê protêstokira wekîltîyên hinek partîyayên desthilat û opozîsîyone li Sehîd Sadiqê şewitandin.Serekwezîrê Kurdistanê daye dîyarkirinê,wekî hukumata herêmê bona sebira welatîya razalixîyê elamî welatîya dike û meş-mîtîngên edil mafê wanî qanûnî ye. Feqet, hukumat dijî zordarîyê û xirabkirina avahîyên civakî û partîyayên sîyasî ye. Ewî bîr anîye,wekî Hewlêrê tu qewat nehêvişandine ku pirsgirêkên êkonomîkî bên helkirinê. Serekwezîr gotîye,wekî Herêma Kurdistanê tevî hukumata fêdêral nava pêwandîyada ne ku bona byûcêya dewletê bighîjine qayîlîyê, bo ku miaşa xebatkarên dewletê bê dayînê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button