Sereke

Serokkomarê Ermenîstanê, girêdayî pirsa kişandina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê ra, name Vladîmîr Pûtînra şandîye

Serokkomarê Ermenîstanê, girêdayî pirsa kişandina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê ra, name ser navê serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn şandîye.
Armên Sargsyan nama xweda careke mayîn razalixî elamî serokê Rûsîyayê kirîye, bona wan cedandina, yên ku alî sekinandina xwînrêtina li Qerebagê û îzbatkirina agirbestê kirine, bi saya çi li hev hat ku ji kuştinên nû û tragêdîya dûr bimînin.
Bi wê yekê va tevayî, serokê Ermenîstanê daye dîyarkirinê,wekî heya niha qezîya hevraqayîlnebûnên di navbera alîyada heye, ya ku girêdayî ye pirsa sînora ra. Sargsyanê serokkomar hîvî ji serokê Rûsîyayê kirîye, ku alî şuxulkarîya rastkirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê bike û wê yekê bighînine dawîyê, bona ku sertbûn pêşda neyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button