Sereke

Barzanîyê serekwezîr bangî Waşîngtonê kirîye ku nava helkirina pirsgirêka di navbera Hewlêrê û Begdayêda rola dîtindarîyê bilîze

Serekwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî alîkarê katibê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî pirsên rojhilata navîn Dêyvîd Şênkr qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê,li kîderê usa jî baylozê ŞAY-yî li Îraqê Mêtyû Tyûlêr hazir bûye, bûyarên dawîyêye li Herêma Kurdistanê û Îraqê, usa jî qewînkirina pêwendîyên di nvbera Kurdistanê û Ştatên Amêrîkaye Yekbûyîda hatine gotûbêjkirinê.Alîkarê katibê ŞAY-yî dewletê derheqa hazirîya welatê xweda daye dîyarkirinê wekî xwestin heye ku învêstîsîyayên amêrîkî li Herêma Kurdistanê bên cîhwarkirinê û derheqa piştgirîya hindava pêşmergada xeberdaye.
Serekwezîr derheqa girîngîya hevraxeberdanên di navbera Kurdistanê û Îraqêda gotîye û daye dîyarkirinê,wekî pêwîst e ku mafê Kurdistanêyî fînansî û mafên mayîne nava byûcêya fêdêralda bêne xebitandinê. Barzanîyê serekwezîr bangî ŞAY kirîye ku rola dîtindarîyê nava helkirina pirsgirêka di navbera Herêma Kurdistanê û hukumata fêdêralda bilîze. Xeberdan usa jî derheqa cêrge pêşnîyarên bona helkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Begdayêda, yên li ser hîmê konstîtûsîyayê, çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button