Sereke

Serokatîya ne serbixwe pêşnîyar dikin:Paşînyan derheqa dewakarîyên bona dûrketina ji qulixa xweda xeberdaye

Li parlamêntê, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bersiva pirsa serokê fraksîya “Ermenîstana ronî” Êdmon Marûkyan daye û gotîye,wekî hêzên ku dewê dikin, ku ew ji qulixê derkeve, dicêribînin cimetê ji prosêsên sîyasî der bihêlin.
“Bona çi ew hêzên sîyasî û wekîlên êlîtayê pêşnîyar nakin ku hilbijartinên ji sirê der derbazkin? Ew ssênara pêşnîyar dikin, meremê kîjana ew e ku cimetê ji prosêsê der bihêlin. Ew hêzên sîyasî pêşnîyar dikin, ku Ermenîstanê bêy serokatî, yan jî serokatîya neserbest sazkin”,-ewî gotîye. Serekwezîr bona wê qîmetkirinê baxşandin xwestiye û şirove kiriye, ku bona çi qîmetê wî cûreyî dide.
“Çimkî ew kandîdatekî usa pêşnîyar dikin, yê ku bêyî piştgirîya cimetê ye, li parlamêntê jî piştgirîya wî tune, çimkî peyman tê danînê, ku ew kandîdat wê tevî hilbijartina nebe”,-Paşînyan gotîye. Bi gotina wî, wextê hukumata wedelû, nava salekêda mêxanîzmên fehşkirina bijartina wê bêne dasekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button