Sereke

Çekdarên kirêkirîye ji Sûrîyayê BBC-ra gilî kirine wekî azêrîya çawa ew li Qerebagê dane xebatê

Kirêkirîyên ji Sûrîyayêye ku tevî şerê dijî Arsaxê bûne, gotine BBC-ê ku azêrîya ew çawa dane xebatê.Hatîye dîyarkirinê, wekî kirêkirîya gotîye ku pere pêşnîyar kirine ku ew ll ser xeta pêşin şer bikin.
“Mera gotin, ku mîsîya me wê ew be, ku em li Adirbêcanê hidûd biparêzin.Bona wê xebatê her meh 2OOO dolar pêşnîyar kirin. Em qayîl bûn, lê dema ku em hatine Adirbêcanê, rojtira mayîn, em cîguhastî li ser xeta pêşin kirin”,-çekdarê ji Sûrîyayê gotîye.Bi gotina wî, ew bi 3O-î merivîva li ser xeta pêşin bûne, wextê ku piştî çûyîna 5O-î mêtrî rokêt ketîye li rex wan.
“Agirbarandin nêzîkî 3O-î deqeyî kişand. Her deqek tê bêjî sedsalek bû.Wî çaxî ez poşman bûm ku hatime Adirbêcnê”,-ewî gotîye.
Wextê qisa tevî rojnemavan, çekdarên ji Sûrîyayê gotine wekî li her dera mirin bû û ew didane xebatê, dibirne ser xeta here pêin, li kîderê saxmayîn selefek bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button