Sereke

Pêşmerge: DAÎŞ şuxulkarîya xweye têrorîstîye li nehîyên hevraqayîlnekirî dide qewatkirinê

Sê sal ji wî çaxîda derbaz bûne, wexê ku hukumata Îraqê elam kir, ku DAÎŞ hatîye tunekirinê û leşkerên îraqî ser ketine.Feqet, koma cîhadîsta hazirîya xweye bi qezîya xweyî dike û şuxulkarîya xweye têrorîstîye li nehîyên kurdaye hevraqayîlnekirî zêde dike.Derheqa wê yekêda serokê ştaba pêşmergaye sereke Cemal Îmnîkî gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî çekdarên DAÎŞ-ê niha nêzîkî şerekî mayîn bûne, ew cîhê vala didine xebatê, li kîderê hêzên îraqîyaye li Kirkûkê û li nehîyên kurdaye mayîn vala hiştine.Serokê ştaba sereke usa jî gotîye,wekî çekdarên DAÎŞ-ê li Kirkûkê, nêzîkî Qeraçoxê û li nehîyên kurdaye li provînsîya Dîyalê kirinên têrorîstî mîyaser dikin.Ew kirin îzbat dikin, wekî mecala dasekinandia DAÎŞ-ê heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button