Sereke

Li Hadrûtê hevraxeberdan derbaz dibin ku xetên berê paşda vegerînin: wezîreta Ermenîstanêye parastinê

Çawa duh êvarê dereng, usa jî niha li nehîya Hadrûtê di navbera leşkerên ermenî, rûs û azêrî hevraxeberdan derbaz dibin ku halê pêşdahatî bidine normalkirinê, alî dîsa paşda vegerine li ser xetên berê.Girêdayî hal ra wê paşê înformasîyayên başqe bêne raberkirinê.Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirîye.
“12-ê kanûnê hêzên azêrîyaye sîlihkirî, bi berevkirina leşkera û têxnîka leşkerî, nava wanda usa jî artîlêrîya giran, elametîya sêalîye 9-ê mijdarê îmzekirî teribandine, êrîş birine li ser du gundên Arsaxêye li nehîya Hadrûtê.Piştî şerê çend seheta azêrîyara li hev hatîye bikevine gundê Tagêra Kevin û nêzîkî gundê Xsabêrdê bibin. Rûyê vê provokasîya azêrîyada şeş leşkerên ermenî birîndar bûne, lê li alîyê azêrîya kuştî û birîndar hene.
Wezîreta Ermenîstnêye parastinê provokasîya ji alîyê hêzên Adirbêcanêye sîlihkirîda mîyaserkirî berk gunehkar dike.Halê pêşdahatî tu cûrekî elametîya sêalîva girêdayî nîne û pêra jî aşîtîya îzbatkirî dike bin qezîyayê, ya ku bi saya cedandinên serokê Rûsîyayê hatibû destanînê.Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Vagarşak Harûtyûnyan ev pirs tevî wezîrê Rûsîyaêyî parastinê Sêrgêy Şoygû gotûbêj kirîye.
Em serda zêdekin,wekî çawa duh êvarê, usa jî niha li Hadrûtê hevraxeberdan di navbera ermenîya, rûsa û azêrîyada derbaz dibin, bona ku pirsgirêkê helkin û alî paşda vegerine li ser xetên berê”,-nava elametîya wezîreta parastinêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button