Sereke

Meşa Bekûêye leşkerî ne tenê bona Ermenîstanê, lê usa jî bona Rûsîyayê bêhurmetkirin bû: “Klûba Lazaryan”

Meşa leşkerîye dehê kanûnêye li Bekûyê ne tenê bona Ermenîstanê û cimeta ermenî, lê usa jî bona tifaqdara wê, Fêdêrasîya Rûsîyayê, bêhurmetkirin bû.Derheqa wê yekêda şêwira “Klûba Lazaryan”-ê elam kirîye.Rûsîya û Ermenîstan tifaqdarên hev in. “Klûba Lazaryan”-ê li ser wê fikirê ye,wekî teşkîldarên ewê meşa bi serecema agrêsîv, ne tenê Ermenîstan, lê usa jî Rûsîya bêhurmet kirine.Ew elametîya serokê Adirbêcanê jî bêhurmetkirin bû, yê ku ew yek himberî Serkeftina sala 1945-ye hindava faşîzmê kirîye. Bi fikira klûbê, himberîhevkirinên dîrokîye wî cûreyî yên bêhurmetkirinê û yên xirab in.Bi fikira şêwirê, meşa li Bekûyê lêgîtîmîzasîya armancên nêosmanîzmê ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button