Sereke

Nava formata koma Mînskêda gerekê pirsa naskirina mafê xweqirarbûna arsaxîya pêşda bikişînin:tirkzan

Dasekinandina mîsîya hemsedirên koma Mînskê gelekî girîng e.Wê yekê dikarin bona rastkirina têberdanên nava dokûmênta sêalîye îmzekirîda bidine xebatê.Derheqa wê yekêda, wextê prêss-konfêransê, akadêmîk, tirkzan, Rûbên Safrastyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî Rûsîya elam dike, ku ew formata koma Mînskêra qayîl e. ŞAY, Fransîya jî li ser wê fikirê ne.
“Ez hêvîya xwe wê formatêva didime girêdanê.Eva ew format e, ya ku mecal da, ku bi dehsalîya aşîtîyê xweykin, lê Adirbêcanê opêrasîyonên leşkerî destpê kirin. Koma Mînskê formateke usa ye, li kîderê dikarin wan pirsên borcdarkirî bidine rastkirinê, hemû mecala gerekê bidine xebatê, bo ku hemû kêmasîyên wê dokûmêntê bêne tijîkirinê. Li wir gelek tişt heye ku gerekê bê rastkirinê”,-Rûbên Safrastyan gotîye.Xêncî wê yekê, Safrastyan gotîye,wekî bi navçîgarîya hemsedrên koma Mînskê şuxulkarîya hevraxeberdana gerekê bikaribin berbi alîyê naskirina mafê xweqirarbûna cimeta Arsaxê pêşda bibin.Bi gotina Rûbên Safrastyan, dîplomatîya Ermenîstanê gerekê wê formatê bide xebatê, ku pirsa bidine helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button