Sereke
Kurdistan qewilên Begdayêra qayîle û hîvîya bersiva wêye
Serokê dêlêgasîya hukumata Kurdistanêye li Begdayê Qubad Telebanî elam kirîye, wekî alîyê kurda hîvîya bersiva Begdayê ye. Gilî derheqa wê yekêdane,wekî alî qanûna byûcêyêra qayîl bûne, ya ku ji alîyê parlamênta Îraqêda hatîye qebûlkirinê, nenihêrî wê yekê, wekî wekîlên Kurdistanê li wir hazir nîbûne.
“Em ji çarşema derbazbûyî li Begdayêne, ku qanûna derheqa dêfîsîta byûcêyêda mîyaserkin, ya ku ji alîyê parlmênta Îraqêda, bêyî partîyayêyn kurdaye sîyasî hatîye qebûlkirinê”,-Qubad Telebanî gotîye.Hevtîya derbazbûyî parlamênta Îraqê qanûnek qebûl kir, ya derheqa byûcêyêda, ya ku ji alîyê parlamêntvanên kurdda hate boykotkirinê. Qanûn derheqa para byûcêya Kurdistanêye nava byûcêya fêdêraldane.