Sereke

Tirkîya dikare bona sanksîyayên ŞAY heyfê hilde, dewê bike ku ji baza Încîrlîkê derkevin

Înformasîya belav dibin,wekî Tirkîya dikare çawa bersiva sanksîyayên ŞAY derbê bighîne Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û dewê bike ku ew ji baza Încîrlîkê derkevin. Zûîfîkar Doganê rojnamevan gotîye,wekî eva çawa bersiva ji alîyê Tirkîyayêda tê pêşnîyarkirinê.Rojekê pêşda katibê ŞAY-yî dewletê Mayk Pompêo elam kiribû,wekî dijî çend merivên ji Tirkîyayê û hevaltîya wane senaya leşkerî, sanksîya tê pêşdakişandinê bona destanîna sîstêmên rûsîye rokêtaye S-4OO. Wezîreta Tirkîyayêye karên der ev qirar gunehkar kirîye û elam kirîye,wekî merem ewe ku bersivên anegor bidin.
Baza Încîrlîkê bi deha sala ji alîyê hêzên ŞAY û Tirkîyayêye hewêda tê xebitandinê û bona Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, bona opêrasîyonên li Îraqê û Sûrîyayê cîhekî girîng e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button