Sereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der elam kirîye, ku kengê Ermenîstanê şuxulkarîya naskirina Arsaxê lê binihêre

Ermenîstanê wî çaxî şuxulkarîya naskirina Komara Arsaxê lê binihêre heger Adirbêcan nava rojeva hevraxeberdanada pirsa statûsa Arsaxêra qayîl nebe. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan gotîye rojnema fransîye «Le monde»-ê.
“Mafê cimetaye xweqirarbûnê kevirê hevraxeberdanên bo aşîtîyê ye. Ermenîstanê serbestîya Araxê bona wê yekê nas nekirîye bona ku mecal hebe ku bi rîya hevraxeberdana bighîje helkirina pirsgirêka Qerebagê. Hinek meriv şaş difikirin, ku bi xebitandina hêza leşkerî pirsa statûsa Arsaxê ji rojevê der maye. Girêdayî wê yekêra, hemsedirên koma Mînskê careke mayîn îzbat kirine,wekî pirsa statûsa Arsaxê wê rojeva hevraxeberdanada bimîne. Heger nava vê pirsêda Adirbêcan qayîl nîbe, wî çaxî Ermenîstanê şuxulkarîya naskirina Komara Arsaxê lê binihêre”,- Ara Ayvazyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button